Ekip
05 Gulan 2021•Rojanekirin: 06 Gulan 2021
Li Kazablankaya bajarê Mexribê dayika bi xelka Maliyê di carekê de 9 cêwik anîn dinyayê.
Helîme Sîsî (25) ku bi esil xelka Maliyê ye piştî ku li Bamakoya paytextê welatê xwe lê hat tesbîtkirin ku 7 bebek di zikê wê de ne, bi mebesta şopandina rewşa tendirustiyê, 30ê adarê sewqî Mexribê hat kirin. Lê belê dayikêtevî ku 7 bebek hatibûn tesbîtkirin, 9 bebek anîn dinyayê.
%2Ffas-bebek2.jpg)
Tê plankirin ku Sîsiya dayik ji bo şopandina rewşa wê ya tendirustiyê heta roja pêncşembê di beşa nexweşiya giran de di bin mişahedeyê de be.
- Çapemeniyê leqeyeke mezin nîşanî da
Ekîba AAyê 9 cêwik li nexweşxaneyê xistin vîdeoyê.
9 xwîşk û birayên ku roja çarşembê hatin dinyayê di qeryolên cihê cihê de tên razandin.