Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan 2 kes zêde bû û derket 70 hezar û 369an
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 2 kes zêde bû û derket 70 hezar û 369an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.
Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyê kesekî ji binê kavilan hat derxistin, bi tevahî cinazeyên 3 Filistîniyan û 5 birîndar anîne nexweşxaneyan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 379 kes hatin kuştin, 992 kes birîndar bûn û cinazeyên 627 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 70 hezar û 369an û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 69.
- Li Xezeyê agirbest û peymana pevguhertina dîlan
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Cotmehê da ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di mizakereyên li Misrê da qonaxa yekem a plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.
Agirbesta ku li Misrê hatibû îmzekirin piştî pesendkirina hikûmeta Îsraîlê di 10ê Cotmehê da ketibû rewacê.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşê Filistîniyan dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
