Elif Irmak
23 Îlon 2020•Rojanekirin: 23 Îlon 2020
Li Bamakoya paytextê Maliyê dijî Fransa û hebûna eskerî ya Fransayê ya li welêt çalakî hat lidarxistin.
Bi sedan xwepêşandêr ji bo protestokirina hebûna eskerên Fransayê yên li Maliyê û Mîsyona Îstiqrarê ya Entegre a Piralî ya Maliyê (MINUSMA) li Meydana Serxwebûnê civiyan.
Di destê kesên di nav komê da dovîz û pankartên li ser gotinên dijberê Fransayê hatibûn nivîsandin hebûn û kesên di komê da dirûşmeyên dijî Fransayê berz kirin.
Balê kişand ku gelek xwepêşandêran alaya Rûsyayê vekir û di destê wan da dovîzên li serê gotinên alîgirên Rûsyayê hatiye nivîsandin hebû.
- Cuntayê ji gel piştgirî xwestibû
Assîmî Goîtayê serokê Konseya Neteweyê ya Rizgariya Gel (CNSP) yê cuntaya eskerî jî di axaftina xwe ya ji bo 60emîn salvegera serxwebûna Maliyê da bangî hêmanên biyanî yên welêt kiribû ku piştgiriyê bidin.
Goîtagotibû ku divê gel piştgiriyê bide MINUSMAya "partnerên artêşa Maliyê", operasyona Barkhaneyê ya Fransayê û hêza peywirê ya Takubayê.
Di çarçoveya operasyona Barkhaneyê ya ku di 2014an da dest pê kir da li Morîtanya, Malî, Burkîn Faso, Nîjer û Çada li herêma Sahelê 5 hezar û 100 eskeêrn Fransayê peywir dikin.