ANTANANARÎVO
Hat ragihangin ku Madagaskara ku li Okyanûsa Hindê ji wan welatên giravan yek e, keştiyeke rêwiyan noqî avê bû. Di qezayê de 15 kes mirin û 35 kes jî winda bûn.
Serokwezîr Chrîstophe Colo Roger daxuyand ku li çemê T Sîrîbîhînayê keştiyeke rêwiyan ji ber sedemeke nediyar noqî avê bû.
Roger got ku piştî qezayê 10 kes hatin xilaskirin û termê 15 kesan jî hat dîtin.
Serokwezîr Roger daxuyand ku di qezayê de 35 kes winda ne û ji bo dîtina van kesan xebat dewam dikin.