Jiyan

Di binê Gola Wanê da şopên jiyanê tê lêkolînkirin

Li Xelata navçeya Wanê kesên ku noqî binê avê dibin, di binê Gola Wanê da li ser şopên jiyanê lêkolînan dikin.

İbrahim Atmaca  | 23.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Di binê Gola Wanê da şopên jiyanê tê lêkolînkirin

Bitlis

 Li Xelata navçeya Wanê kesên ku noqî binê avê dibin, di binê Gola Wanê da li ser şopên jiyanê lêkolînan dikin.

Gola Wanê bi xweşikahiyên xwe yên siruştî û qeraxên xwe yên xweş va piştgiriyê dide geşbûna turîzmê û ji bo ku di nava Gola Wanê da turîzma noqavbûnê jî geş bibe xebat tên meşandin.

Xozneberên amator û profesyonel ji bo vê yekê noqî binê golê dibin. Xozneber di binê golê da gelek xirabeyên avahiyan û mîkrobiyolîtan dibînin.

Ji Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Fakulteya Berên Avê Mustafa Akkuşê Doxtorê Endamê Hîndekariyê diyar kir, Gola Wanê bi ekosîstema xwe ya bi hezaran salî va ji bo herêmê pir girîng e û mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye.

Akkuş daxuyand ku her şaristaniyê di golê da şopên xwe yên cuda hiştine û wiha dewam kir:

"Em cara ku noqî nava golê dibin, şopên jiyana dewrên berê dibînin. Ev me gelekî kelecanî dikin. Me îro cî û warên cuda dîtin. Malî, şiverê, dîwarên mezin ji şaristaniyên berê heta niha mane. Ev ji bo Gola Wanê şansekî pir mezin e. Lewra Gola Wanê herî zêde ji aliyê masîgiriyê va piştigiriyê dide aboriyê. Salê 12 milyon dolar cîro ji masîgiriyê tê. Digel vê heke meriv razên wê yên binê avê jî derxe meydanê, ji bo ekoturîzmê wê pir baş bibe û debara bi hezaran kesan dikare ji derdora Gola Wanê were."

Akkuş daxuyand, keleh û keştiya Ûris a binê avê û mal û avahiyên binê avê ji aliyê turîzma binê avê va potansiyeleke mezin e, heke ev potansiyel ji bo turîzmê were qezenckirin, bi hezaran meriv seba noqî binê avê bibin, wê werin bajêr.

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Elcewazê Cumalî Bîrol jî got ku 27 sal e ew noqî nava Gola Wanê dibin û xirabe û şopên jiyanê yên binê avê tesbît dikin.

Bîrol daxuyand ku li peravên Xelatê 6-7 mêtre di kûrahiya avê da 70 mêtre dûrî qeraxan ew rastî hin bermahiyan hatin û wiha dewam kir:

"Raza binê Gola Wanê hê veşartî ye. Em hewl didin ku bedewiyên binê golê bibînin û derxin holê. Me li peravên Elcewazê xirabeyên kelehê dîtin. Li hemû qeraxên Gola Wanê şopên jiyanê hene. Lê dîtin û derxistina wan zehmet e. Raza binê golê me cezb dike. Ji ber ku em li vê herêmê dijîn, em hewl didin ku Gola Wanê qirêj nebe û paqij bimîne. Ji aliyekê va jî xebatên me yên tesbîtkirina avadaniyên binê avê dewam dike. Em hemû xebatên xwe qeyd dikin û ji Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr ra dişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın