Nevzat Umut Uzel
2024 ж. 05 маусым•Rojanekirin: 2024 ж. 11 маусым
Çêker û derhênerê dîtbarî yê belgefîlma binê avê Tahsîn Ceylan û ekîba Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ya Noqav, Ewlehî Lêgerîn û Xelaskirinê (DEGAK) binê Gola Wanê paqij kirin.
Ceylan û ekîba DEGAKê ji bo balê bikşînin ser Roja Hawirdorê ya Cîhanê li bendergeha navçeya Edremîtê ketin gola Wanê.
Ekîbê gol paqij kir, bermahiyên wek lastîkên wesayîtan, teneke, şûşeyên plastîk û camê derxistin qeraxê.
Ceylan diyar kir ku wan di çarçoveya Roja Hawirdorê ya Cîhanê da xebata hişyarîkirinê li dar xistiye û ji bo paqijiya Gola Wanê banga hişyariyê dane.
Fermandarê Koma Ewlehiya Qeraxê ya Wanê Bînbaşî Serdar Firat Aslan jî diyar kir ku ji bo gol ji qirêjiyê bê paqijkirin ew beşdarî vê xebatê bûne.