VAN
Mesiyên încî kefalê di dinyayê de tenê di Gola Wanê de dijîn. Ev mesî ji bo ku xerzên xwe daynin, her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de koçî avên şirîn yên der û dora golê dikin. Rêwitiya mesiyan 90 rojî didome. Di vê maweya xerzdanînê de girtina mesiyan tê qedexekirin. Ji ber ku ev mawe qediya qedexeya mesîgirtinê jî rabû.
Mesî di dema koçkirinê de berevajiyê çem û kaniyan avjeniyê dikin û xwe çeng dikin ku bigihîjin avên şirîn. Di dema koçkirinê de dîmenên xweşik dertên holê. Di vê demê de mesîgirtin tê qedexekirin û tevdîrên ewlehiyê tên dîtin.
Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ji bo ku mesiyên încî kefalê bên parastin, îsal cara ewil alîkarî da ku têkoşîna bi kesên ku bi qaçaxî mesiyan digrin re zêde bibe. Tûrîstên biyanî û xwemalî li hemberî rêwitiya mesiyan şaş û metel dimînin.
Hat ragihandin ku ji bo danasîna koça mesiyan di salên pêş de dê mihrîcan û xebatên din bên kirin.