2017 ж. 20 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 21 қаңтар
ANKARA
Serokomar Erdoğan, 22 û 26ê mehê seredana resmî bo dewletên Efrîqaya Rojhilat wek Tanzanya, Mozambik û Madagaskarê dike.
Li gor daxuyaniya resmî ya Navenda Çapemeniya Serokomariyê, Erdogan ê 22 û 23ê mehê seredana Tanzanyayê bike û Serokomar John Pombe Joseph Magufuli re bicive. Piştre dê herdu serokomar serkêşiya civînên di navbera heyetên dewletan de bikin.
Erdogan piştî Tanzanyayê dê derbasî Mozambikê bibe û wek seredana yekem di asta serokomariyê de dê here Maputaya paytext. Erdogan dê 24ê mehê roja sêşemê bi Serokomar Filipe Jacinto Nyusi civîna dukesî bike û piştre derbasî kombûna heyetan bibe.
Serokomar Erdogan heman rojê dê derbasî paytextê Madagaskarê Antanananarivoyê bibe. Li vir 25ê mehê roja çarşemê bi Serokomarê Madagaskarê Hery Rajaonarimampianina re kom bibe û piştre beşdarî civîna heyetan bibe.
Seredana Madakasgarê gelekî muhîm e lewra cara yekem e ku ji Tirkiyê di asta serokomar de ziyaret tê kirin.
Li her sê welatan jî dê forûmên kar bêne lidarxistin.
Di civînên heyetan de jî wê têkiliyên dualî û hevkariya welata bi her awayî ve bêne nirxandin.
Di van ziyaret û hevdîtinan de dê îmkanên nû ji bo veberhênan û bazirganiyê çêbin.