Hat destnîşankirin ku ji bo 200 kursiyên parlemeteriyê hezar û 628 kes bûn namzed.
Di hilbijartinan de 28 hezar kes wezîfeyê dikin, 16 hezar kesên ji herêmê û ji saziyên navneteweyî çavdêriya hilbijartinan dikin.
Endamê Konseya Rêveberiya Komîseriya Hilbijartinan a Payebilind Ebdilhekîm eş-Şaîb diyar kir li bendê ne ku milyonek û 600 hezar kes beşdarî hilbijartinan bibin.
Gelê Libyayê piştî rêveberiya Muamer Qeddafî ya ku 40 salan dewam kir ev cara dudan e diçin ser sandiqê.