Haydar Şahin
16 Adar 2019•Rojanekirin: 17 Adar 2019
Duh li Londrayê di dema nimêja înê da 2 êrîşkaran ji cimaetê ra gotin "terorîst" û bi çakuç kesek birîndar kirin.
Li gor xebera rojnameya The Sunê di bûyera li rojhilatê Londrayê dema nimêja înê qewimî da 2 êrîşkaran ji wesayîta xwe ji cimaetê ra qêriyan û gotin "terorîst". Paşê herdu êrîşkar ji wesayîta xwe peya bûn û bi çakuç va kesek birîndar kirin.
Di xeberê da wêneya çakuçê di destê êrîşkaran da jî hat nîşandan. Li ser midaxeleya kesên li wê derê êrîşkar li wesayîtê siwar bûn û revîn.
Di wêneyan da tê dîtin ku kesek derketiye ser wesayîta êrîşkaran û nahêle ku birevin.
Dema êrîşa li Whitechapela li rojhilatê Londrayê ya ku Misliman lê dijîn diqewimî Sadiq Xanê Şaredarê Londrayê jî li mizgefteke li herêmê bû ku qurbanên êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû bi bîr bîne.
Polêsên Îngiltereyê piştrast kirin ku do serê mêrekê 27 salî yê ji Asyayê hatiye şikênaştin. Polêsan diyar kirin ku êrîşkar 3 kes bûn û lêpirsîn hê dewam dike.
Şahidên bûyerê diyar kirin û êrîşkaran ji cimaeta mizgeftê ra qêriyan û gotin "terorîst".
Li Londrayê par di meha remezanê da li taxa Park Fînsburyê êrîşkarekî rastgir ê radîkal wesayîta xwe ajotibû ser cimaeta ji nimêja terewîhan derdikeve. Di êrîşa terorê ya Îslamofîk da Mislimanekî 51 salî hatibû kuştin. Piştî bûyerê 43 sal cezayê hepsê dabûn Darren Osborneyê êrîşkar.
Li Zelandaya Nû di dema nimêja înê da êrîşa terorê biribûn ser 2 mizgeftan û 49 kes hatibûn kuştin.