KERKÛK
Serokê Bloka el- Arabiyeyê ya Meclisa Kerkûkê Abdûllah Samî el-Asî di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da.
Midûrê Polêsên Navçeyên Kerkûkê Amîd Serhat Qadir got ku ji hêla hin kesên nediyar ve li hala sewzeyan ya Kerkûkê di saet 15.45an de êrîş li Abdûllah Samî el-Asî hat kirin. Kadir dûpat kir ku di êrîşê de Asî û 2 parêzvanên wî canê xwe ji dest dan û êrîşkar jî ji wir reviyan.
Cinazeyên miriyan ji bo ku teslîmê malbatên wan bikin, şandin Nexweşxaneya Azadî ya li bajêr.
Asî li Kerkûkê ji malmezinên ereban bû. Ev çend mehên dawî bû El-Asî, zêdetir di çalakiyên li dijî hukûmetê de dixuya.