WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Jen Psakî der barê bûyerên li bakurê Sûriyê de wiha got: "Di çapemeniyê de hin nûçeyên der barê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (PYD) de yên ku dibêjin PYDê wê li Sûriyê herêmeke kurdan a xweser ava bike, em endîşe dikin. Axaftineke wiha wê tansiyona di nav ereb û kurdan de zêde bike û dibe ku kesên ji aliyên mufrît bixwazin ji vê sûdê werbigirin. Ev ê jî bibe tiştekî pir provakatîf."
Psakî di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser pirsekî diyar kir ku ew der barê pevçûnên kurdên Sûrî û kesên ji Dewleta Îslamê ya Sûriyê agahiyan berhev dikin.
Psakî ragihand ku ji ber nearamiya li Sûriyê û şîdeta ku her diçe zêde dibe ew pir bi fikar in û li Sûriyê çi dibe û nabe ew ji nêzîk ve dişopînin.