QAHÎRE
Di daxûyaniya nivîskî ya ku Wezareta Karên Derve ya Misrê weşand de hat gotin: "Misir, di vê pêvajoya zor de ji bo ku piştgiriyeke heqîqî bide gelê Suriyeyê, pirsgirêkên wan siviktir bike, vîzeyê dê bê pere bide."
Wezîrê Karên Derve yê Misrê Nebîl Fehmî û Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalîfên Sûriyeyê Ahmed Asi el-Carba duh li Qahîreyê hatibûn li bal hev. Fehmî destnîşan kir ku ji ber rewşa ku Misir tê de ye, ji Suriyeyîyan vîze tê xwestin û ev jî tiştekî demborî ye.
Sûriyên ku berê serdana vîzeyê kiribûn û derbasî aliyê Misrê bûbûn piştî derbeya artêşa Misrê, ji ber sepandineke nû careke din serî li vîzeyê didan. Ji ber vê sepandina nû bi dehan Sûriyeyî li balafirgeha Qahîreyê, bi hinceta ku vîzeya wan tuneye, hatibûn vegerandin.