İbrahim Atmaca
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li başûrê Kerkûka bajarê Iraqê DEAŞa rêxistina terorî dafik danî û piştra pevçûn derket, di pevçûnê da 17 mensûbên Heşda Şebî hatin kuştin, 20 jê jî hatin revandin.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Polêsên Kerkûkê Efrasyab Kamil daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li başûrê Kerkûkê nêzî gundê Saduniyeyê di navbera Heşda Şebî û bermayiyên DEAŞê da pevçûneke tund derket."
Kamil diyar kir, li başûrê bajêr li ser rêya gundê Saduniyeyê yê Nahiyeya Riyadê dema ku wesayitên Heşda Şebî derbas dibûn, pevçûn derket û wiha dewam kir: "Milîtanên DEAŞê hewaya bibaran ji xwe ra kirin firsend û li ser rê dafik danîn. Piştî dafikê pevçûn derket û ji mensûbên Heşda Şebî 17 kes hatin kuştin û milîtanên DEAŞê 20 kes jî revandin."
Kamil destnîşan kir, li dijî bermayiyên DEAŞê û ji bo rizgarkirina mensûbên Heşda Şebî gelek hêzên asayîşê sewqî cihê bûyerê kirin û wiha dewam kir: "Polêsên federal ên li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Tê payîn ku Artêşa Iraqê jî piştgiriyê bide vê operasyonê."