Önder Beyter
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Konferansa Ewlekariyê li Munihê di rûniştineke ku ew bi xwe jî axêver bû da bertek nîşanî îfadeya moderatorê ya "Tirk dijî Kurdan in" da û wiha got, "Em ne dijî Kurdan in, em dijî rêxistinên terorî ne."
Çavuşoglu di rûniştineke konferansê da rexne li îfadeya moderatorê ya "Tirk dijî Kurdan in" girt.
Çavuşoglu wiha got, "Beriya her tiştî ez dixwazim îtirazî termînolojiya we ku hûn dibêjin Tirk dijî Kurdan in, bikim. Çi li Tirkiyeyê çi li Îranê çi li Iraqê û çi jî li Sûriyeyê em dijî Kurdan nînin."
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku 350 hezar Kurd bi destê YPGê bi darê zorê ji warê xwe hatine derxistin û wiha got, "Em dijî PKK, PEJAK, YPG, DEAŞ, El Qaîde û El Nûsrayê ne. Anku em dijî hemû rêxistinên terorî ne" û moderatorê jî wiha bersiv da, "Peyam hat wergirtin."
Moderatora rûniştinê li hemberî berteka Çavuşoglu wiha got, "Peyam hat wergirtin."
Çavuşoglu di axaftina xwe ya vir da bal kişand ku DEAŞ dijminê hevpar e, lêbelê ji bo jinavbirina rêxistineke terorî, emilandina rêxistineke din a terorî jî xeletiyeke mezin e.