Türkan Tosun
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
XEZZE
Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Refahê yê başûrê Xezzeyê zevî bombebaran kirin.
Li gor çavkaniya ewlekariya Filistînê, balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Refahê bombe bi ser zeviyên çandiniyê ve barandin.
Hat ragihandin eraziyên li herêma Nahdayê bi 10 fuzeyan va hatin bombebarankirin, di êrişan de kes nemir û birîndar nebû.
Ji hêla din di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin tunêlên Hemasê di êrişan de hedef hatine girtin.
Rojnameya Yedîoth Ahronothê duh di nûçeyeke xwe de daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê çavkanî nîşan da û got roketeke ku ji hêla Xezzeyê va hatiye avêtin li bajarê Sha'ar HaNegevê cih û warê Cihûyan ketiye, lê tu kes nemiriye.
Komên biçek ên li Xezzeyê tu kesî berpirsyariya bûyerê hilneda ser xwe.