Dinya

Li Kerkûka bajarê Iraqê di teqînan da 16 kes birîndar bûn

Haydar Şahin  | 30.11.2019 - Rojanekırın : 01.12.2019
Li Kerkûka bajarê Iraqê di teqînan da 16 kes birîndar bûn

Quds

Li Kerkûka bajarê Iraqê di 3 teqînên hemdem da 16 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê sitand, li Çarşiya Ehmed Axa ya li Kerkûkê 2 teqîn, li texma Domizê jî teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku bombe berê di erdê da bi cî kirine û herêmên qerebalixiya sivîlan hene xistine hedef.

Hetanî vê gavê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe, lêbelê DEAŞê berê êrîşên wiha hildabûn ser xwe.

DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da Mûsil jî tev ji sê paran pareke erdên Iraqê zeft kiribû, hêzên Iraqê di berfanbara 2017an da piraniya erd ji destê DEAşê xilas kiribûn.

Her çiqasî DEAŞ ji herêmê hat derxistin û bajar hatin sitandin jî DEAŞ li wîlayetên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selaheddîn û Enbarê êrîşan didomîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın