Haydar Şahin
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
KERKÛK
Li navenda Kerkûka ku ji vir 2 hefte berê kete destê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê jiyan vedigere halê normal, gelê bajêr dibêjin ku êdî xwe di ewlehiyê da dibînin.
Kerkûkiyên ku ji nûçegihanê AAyê ra axivîn gotin ji ber ku komên cuda bi hevra di nav ewlehiyê da dijîn kêfxweş in.
Kamîl Xençerciyê esnafê li bazara mezin got, "Kerkûk nika ji berê ewledartir e, lêbelê li çarşî û bazaran danûstandin zêhf kêm e. Her diçe jiyan vedigere halê normal û em hêvî dikin ku di piyaseyê da jî qerebalixî çêbe."
Şamal Tahirê ajokarê teksiyê yê ku li Taxa Şorcayê ya herî zêde lê kurd dijîn jî got ku fikara wan a ewlehiyê tune û wiha pê da çû: "Em niha ji berê zêdetir xwe di ewlehiyê da dibînin, lêbelê êvarê karê teksiyê dernakeve. Me berê hetanî nîvê şevê teksî diajot û mişterî dibir û dianî, lêbelê nika tarî dikeve erdê kar kêm dibe."

Mueyyet Turşucuyê esnafê ji Kerkûkê got ji ber ku li ser xwe gerandina sîlahan hat qedexekirin kêfxweş bûn û wiha axivî: "Ji bo me çavkaniya ewlehiyê ya herî mezin ew e ku li ser xwe gerandina sîlahan hat qedexekirin. Beriya operasyonê di destê her kesî da sîlah hebû lêbelê nika bi tenê di destê polêsan da sîlah hene, ev kêfxweşî ye."
Şiwan Tomariyê ji Kerkûkê jî got ku li bajêr jiyan vedigere halê normal ji ber vê jî gelekî kêfxweş in. Tomarî wiha axivî: "Malbatên ku Kerkûk terk kiribûn êdî vedigerin û saziyên dewletê dest bi xebatê kirin. Tişta herî baş ev e. Ji bo me kêfxweşiya herî baş ew e ku Kerkûk bibe bajarê ewledar ê ku hemû netewe û mezhebên cuda lê dijîn."
Hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê bi operasyona ku di 16ê cotmehê da dabûn destpêkirin va Kerkûk û hemû ciyên niqaşliser ên di destê Pêşmergeyan da hildabûn kontrola xwe.