Haydar Şahin
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
DUHOK
Hêzên Iraqê ji bo ku herêma li hemberî Deriyê Sînor ê Ovakoyê ya ku tê pîlankirin lê deriyekî alternatîf çêbikin bi dest xin pêşda diçin.
Hêzên Hevpar ên ku ji artêşa Iraqê, polêsên federal û Heşdî Şebiyê pêk tên di 16ê cotmehê da operasyon birin ser Kerkûk û herêmên nîqaş li ser ên di destê Pêşmergeyan da û di encama vê da rêveberiya Bexdayê kontrola wan deran hilda destê xwe.
Hêzên Iraqê li rojava û bakurê rojavayê Mûsilê gelekî pêşda çûn û hindik ma ku xwe bigihînin Pêşxabûra deriyê sînor ê nemeşrû yê di navbera Sûriyeyê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê da û herêma Ovakoya ku pîlan dikin lê deriyê sînor ê teze çêbikin.
Beriya 16ê cotmehê hêzên Iraqê li rêya Telafer-Zumar-Mûsilê ya 95 kîlometreyî dûrî Ovakoyê ye bûn. Piştî operasyonê jî heman hêz di nav çend rojan da 55 kîlomêtre pêşda çûn û 40 kîlomêtre ma ku bigihêjin Ovakoyê.
Hêzên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê nika li Eyn Uwaysa gundê Zumara li rexê Çemê Dîcleyê sekinîne.
- Ekîba AAyê ji aliyê Iraqê ra dîmenên herêma ku ew ê lê deriyê sînor bê çêkirin kişandin
Ekîba AAyê ji aliyê Iraqê ra dîmenên herêma ku ew ê lê deriyê sînor ê alternatîfê Xabûrê bê çêkirin kişandin. Herêma li hemberî Silopiya navçeya Şirnexê di nav sînorê Zaxoya bajaroka Duhokê da ye û kontrola wê jî di destê pêşmergeyan da ye. Ji sala 1991î virda kontrola herêmê di destê Pêşmergeyan da ye û ev dera di nav herêmên binîqaş da nîne.