29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
COLD LAKE
Balafireke şer a Hêzên Asîmanî ya Qraliyetê ya Kanadayê (RCAF) ket.
Li gor daxuyaniya Hêzên Asîmanî ya Qraliyetê ya Kanadayê balafireke şer a tîpa wê CF-18 ye li bajarê Cold Lake ya ku girêdayî eyaleta Albertayê ye ji bo perwerdeyê difiriya. Hat gotin ku balafir nêzîkî eyaleta Saskatchewanê ji ber sedemeke nediyar ket û pîlotê wê mir.
Der barê nasnameya pîlot de agahî nehat dayîn û hat gotin ku jêpirsîn hatiye destpêkirin ku sedema ketina balafirê bê fêmkirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî yê Kanadayê Harjît Sajjan li Ottawayê ji rojnamevanan re daxuyand ku ew ji ber qezaya balafirê xemgîn e.