29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku di êrîşa ji hewayê ya ku hêzên koalisyona navneteweyî li Iraqê kir da 14ên wan sivîl, 10ên wan milîtanên DEAŞa rêxistina terorê bi tevahî 24 kes hatin kuştin.
Serdar Derîd Hadir es-Saduniyê ku di teşkîlata ewlekariya Iraqê da wezîfeyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên girêdayî hêzên koalisyonê êrîşî kozikên DEAŞa rêxistina terorê yên li Sinae Wadî Akaba herêma li bakurê Mûsilê kirin. Sadunî destnîşan kir ku di êrîşê da 10 milîtanên DEAŞê hatin kuştin.
Sadunî got ku di êrîşê da ji ber ku teqemenî û amûrên şewatê înfilaq kirin jî 14 sivîl mirin.
Mîralay Yehya Mehmûd el Kertanî jî diyar kir ku yekîneyên artêşê li taxa El-Qadisiye es-Seniyeyê wesayîteke bombebarkirî berteref kirin.
Operasyona ku ji bo Mûsilê ji destê DEAŞê xilas bikin di 15ê cotmehê da dabûn destpêkirin dewam dike. Koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da jî ji hewayê piştgiriyê dide operasyonê.