Türkan Tosun
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
KABUL
Hat ragihandin li Kabula paytextê Efxanistanê êriş li avahiya îstixbaratê hat kirin.
Çavkaniyên polêsan daxuyandin ku li herêma Afşarê ya Kabulê ji avahiyekê înşaeta wê dewam dike êriş li navenda perwerdeyê ya îstixbaratê hatiye kirin.
Ji bo girtina êrişkaran operasyon dewam dikin, der barê kuştî û birîndaran de agahî nehat dayîn.
Rêyên ku diçin vê herêmê hatin girtin û hê tu kesî berpirsiyariya êrişê hilnedaye ser xwe.