Önder Beyter
18 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo seredana fermî bi balafira taybet "ANA" va di saet 10.55an da ber bi Bangladeşê va bi rê ket.
Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik, Wezîra Xebat û Ewlekariya Civakî Julîde Sarieroglu, Waliyê Enqereyê Ercan Topaca, Şaredarê Bajarê Mezin Mustafa Tuna û eleqedarên din li Balafirgeha Esenbogayê Yildirim bi rê kirin.
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş, Alîara Serokê Giştî yê AK Partiyê Ravza Kavakçi jî hevaltiya Serokwezîr Yildirim dikin.