06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
TOKYO
Hat ragihandin ku li Japonyayê helîkoptereke hawarçûnê li devera çiyayî ket xwarê û di encamê da 9 kes mirin.
Di daxuyaniya Ajansa Rêveberiya Şewat û Afatê ya Japonyayê da hat destnîşankirin helîkoptera ku tê da 7 agirkuj, endazyar û pîlotek hebûn di firîna perwerdeyê da li pêşa çiyayê Hachibuseê ku 250 kîlometro dikeve rojhilatê bakurê Tokyoyê, ji ber sedemeke tesbîtnekirî ket xwarê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di qezayê da ji 9 rêwiyên helîkopterê kesek xilas nebû.
Der heqê ketina helîkoptera hawarçûn û lêgerînê ya ku modêla wê Bell 420EP ye da lêpirsîn hat destpêkirin.