Azat Muhammet
06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
DIHOK
Serokê Desteya Bala ya Binkeya Laleşê û Parlamenterê Êzidî Şêx Şamo, diyar kir ku rêxistina terorî PKK di bin çavdêriya Pasdaranê Îranê de êrişî Pêşmerge dike.
Şêx Şamoyê ku wek nûnerê kurdên êzidî li Parlamentoya Kurdistanê ye ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê ragihand ku Îran ji bo bicihanîna armancên xwe yên tarîxî ku ew jî duristkirina Hîlala Şiî ye di navbera Iraq, Sûriye û Îranê de PKKyê bi kar tîne.
Nûnerê Êzidî, der barê mijarê de wiha axivî:
"Nûrî Malikî li ser nexşerêya Tehranê û Artêşa Pasdaran, serkêşiya çekdarên PKKyê dike. Ew bi rêya çekdarên PKKyê dixwazin alozî, şer û fitneyê digel Pêşmerge durist bikin li ser sînor. Tu ajendeyeke PKKyê li Şengalê tuneye. PKK tenê xizmeta ajendeya Îranê dike."
Ewî agahî der barê têkiliyên PKK û Pasdaran de dan:
"PKK û Pasdaran dicivin. Otomobîlên di navbera Sûriye û Şengalê de diçin tên ên camreş kes nizane yên kê ne. Îranê li Şengalê û dorûberê wê planeke metirsîdar dariştiye. Eger PKK neyê derxistin dê felaketeke wek ya DEAŞê bi serê kurdên êzidî de anî were serê me."
Herwiha destnîşan kir ku PKK ji DEAŞê xetertir e û got:
"PKK ji DEAŞê xeraptir e. Lewra ew bi navê kurdên êzidî ziyanê digihînin kurdên êzidî li Şengalê. Nakokiyê di navbera wan de çêdikin."