Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe li ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtina ku ji bo çapemeniyê girtî bû, serokwezîrên her du welatan daxuyannemeya hevpar ya di navbera kikûmeta Tirkiye û Japonyayê de îmze kirin.
Di daxuyannameya hevpar ya der barê vejena nukleer, zanist û teknolojiyê de hat ragihandin ku têkiliya di navbera her du welatan de di sala 1890î de bi Firqateyna Ertugrulê dest pê kir.
Di daxuyannameyê de hat destnîşankirin ku têkiliyên dostane yên di navbera her du welatan de rê da projeyên mezin yên vejenê û hevkariyan û wiha pê de çûn: "Di 3yê gulana 2013an de bi peymanên 'Di navbera hikûmeta Tirkiye û Japonyayê de Peymana Hevkariya ji bo ku vejena nukleer bi armanca aştiyê bê bikaranîn" û 'Di navbera hikûmeta Tirkiye û Japonyayê de Peymana Hevkariyê ya der barê Li Komara Tirkiyeyê Pêşxistina Santralên Nukleer û Pîşesaziya Nukleer' hatin îmzekirin û di têkiliyan de heyameke nû dest pê kir.
Di heman demê de daxuyannameya hevpar ya der barê di navbera Komara Tirkiye û Japonyayê de Avakirina Têkiliyên Hevkariya Stratejîk' ji hêla Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe hatibû îmzekirin. Bi vê daxuyannameyê serokwezîran perwerdekirina pisporên vejena nukleer jî di nav de, ji bo ku di navbera her du welatan de hevkariya ji bo perwerdeyê pêş bikeve, di fikra li Tirkiyeyê avakirina zanîngeheke zanist û teknolojiyê de, li hev kir. Ji bo vê yekê jî komîteyeke ku ji nûnerên tirk û japon pêk tê, hat avakirin. Amadehiyên xebata ji bo avakirina zanîngeha zanist û teknolojiyê di heyama beriya me de dê bi lez berdewam bike û di wextekî herî nêz de dê zanîngeh dest bi perwerdeyê bike.
Piştî ziyareta Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe di gulana 2013an de ji bo bicîanîna Projeya Santrala Nukleer ya Sînopê der barê 'Peymana Hikûmeta Mazuvan' de muzakereyan dest pê kir û muzakereyên teknikî bi hewldanên her du aliyan di 29ê Cotmeha 2013an de encam girt. Li eraziya ku dê santrala nukleer lê wir bê avakirin, ji bo ewlehiyê xebatên fîzîbîleteya teknîkî dest pê kir."
Serokwezîr Erdogan li ser pirsa rîskên çêkirina santralên nukleer de wiha axivî: "Em tu carî nikarin bibêjin ku ji sedî sed qeza tuneye, ji milyonî carekê be jî xetere û qezayeke wisa dibe ku çêbe. Em nikarin van yekan hesab nekin. Ji ber vê yekê jî heke em bawer bikin ku divê gaveke wisa bê avêtin, em ê wê gavê biavêjin. Me gava xwe ya yekem jî bi Federasyona Rûsyayê re avêt. Gava duyem jî em niha bi Japonyayê re diavêjin, daxwaza me yê niha ew e ku em vê vebêrhênanê bi lez bi cî bînin."
Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe jî diyar kir ku li ser peymana der barê santrala nukleer ya li Sînopê, li hev kirin ji bo wan gelekî girîng e û got ku wek welat berpirsyariya me ew e ku em dersên ku me ji qezaya Fukuşîmayê sitand, bi hemû cîhanê re par ve bikin û piştgiriyê bidin pêşketina vejena nukleer ya li cîhanê.