BEXDA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî got: "Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ne tenê Iraqê herêmê jî tehdît dike."
Barzanî bi Wezîrê Parastina Îraqê Sadun ed-Duleymî re li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û ji hemû welatiyên Iraqî xwest ku ji bo DÎŞI li bajarê Enbarê serkeftî nebe bila welatî alikariyê bidin hevdu û komên çekdar jî herêmê derxin û pevçûn biqedin.
Barzanî diyar kir ku bi Wezîrê Parastina Îraqê Sadun ed-Duleymî re li ser bûyerên tundiyê yên li bajarê Enbarê xeberdane. Barzanî got DÎŞIya ku bajarên Ramadî û Fellûce bi dest xistiye bi tenê ne ji bo Iraqê ji bo herêmê jî tehdît e û divê hemû welatî li dijî vê rêxistina qetîamkar piştevaniyê bikin.