NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ku li bajarê Fellûce û Ramadiyê pêk tîne, şermezer kir.
KENY ji bo ku bûyerên Iraqê binirxîne li ser banga Serokatiya Konseyê bi awayekî lez civîya.
Piştî civînê Serokê KENYê yê heyama meha çileya paşîn û Nûnerê Daîmî yê NYyê Urdunê Zeyd Raad daxuyanî da çapemeniyê.
Raad got: "KENY êrîşên DÎŞIya girêdayî El Qaîdeyê ku li bajarê Fellûce û Ramadiyê pêk tîne û aramiya gel binpê dike bi awayekî tund şermezar dike."
Raad destnîşan kir, KENY piştgiriyê dide têkoşîna hikûmeta Iraqê û ya eşîran ku li dijî DÎŞIyê didin û wiha dewam kir: "KENY dixwaze sivîlên ku ji ber şer û pevçûnan zirar dîtine biparêze û ji bo wan herêmên ewlehiyê ava bike. Di çarçoveya rê û rêzikên xwe de KENYê ambargoya çekan daye ser DÎŞIyê û ji bo ku ev biryar li hemberî vê rêxistinê bê sepandin jî xebatên xwe dê bidomîne."
Raad bal kişand ser têkoşîna bi terorê û diyar kir ku ji bo vê yekê divê piştgiriya navneteweyî hebe.