Hat ragihandin ku Li Misûla Iraqê, gorên komî yên ku di tê de kesên ku ji hêla Rêxistina terorê Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê ve hatine kuştin hene, hat dîtin.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistan (KDP) ê Mûsilê Saîd Memo ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Pêşmergeyan li Zemara Misûlê goreke komî ya ku 35 êzdî di tê de hatine veşartin dîtin. Cesedê wan ji cil û bergên wan hat nasîn."
Memo got ku di gorê de cesedê jin, zarok û kesên temenên wan cuda ne hat dîtin û ev kes di meha tebaxê de, dema ji herêmê derbas bûne hatine kuştin.
Ji hêla din li gor agahiyên çavkaniyên eşîran, goreke komî ya ku di tê de cesedên girtiyan ên ku li El-Humeydatê di meha hezîranê de ji Girtîgeha Baduşê hatibûn revandin hene hat dîtin.
Der barê hejmara cesedan de agahiyek nehat dayîn, lê hat gotin ku cil û bergên li ser miriyan cil û bergên Girtîgeha Baduşê ne.
Ev demek e li Iraqê pevçûn heye û komên bi serkêşiya rêxistina DÎŞIyê Mûsil di serî de kontrola gelek cihan bi dest xist.
DÎŞIyê di 10ê hezîranê de êrîşî Girtîgeha Baduşê ya li rojavayê Mûsilê kiribû û piştî êrîşê 3 hezar girtî û mehkûman fîrar kiribû.