ERBÎL
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên 21ê îlonê de li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) bû yekemîn û ji bo damezrandina hikûmeta 8emîn bi partiyan re hevdîtinên xwe didomîne.
Serokwezîrê HKIFê û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya xebatên damezrandina hikûmeta 8emîn de bi serokên partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Yekgirtû, Komelayê re hevdîtin kiribû û îro jî bi serokên Bizotnewe û Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevdîtin kir.
Barzanî ewilî bi serokê Bizotneweyê Îrfan Elî Ebdulezîz re hat bal hev û piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û got: "Hevdîtineke baş bû. Tu şertekî Bizotneweyê ku ji bo beşdarî hikûmeta bibe tuneye. Têkiliya di navbera PDK û Bizotneweyê de gelek kevn e û ji niha bi şûnve jî dê dewam bike.
Îrfan Elî Ebdulezîz jî got: "Em ê beşdarî hikûmetê bibin û tu şertekî me jî tuneye. Di kabîneya 8emîn de em cih bigrin ev ê ji bo me bi kêr be."
"Em tu partiyê veto nakin"
Barzanî hevdîtina xwe ya duyemîn jî bi serokê Partiya Kominîst a Kurdistanê Kemal Şakir re kir. Di pey vê hevdîtinê de jî Barzanî daxuyanî da endamên çapemeniyê û diyar kir ku ew dixwazin hikûmeteke hemû partî tê de cih bigrin bê damezrandin û wiha pê de çû: "Em wek PDK pêşiyê li tu partiyê nagirin. Em bi partiyan re hema li ser xaleke hevpar li hev bikin paşê em ê li ser hûrgiliyan xeber bidin."
Barzanî destnîşan kir ku mafê her partiyê heye beşdarî hikûmetê bibe. Lewra dema ku wisa be ew kabîneya ku bê damezrandin bi rastî dê nûnertiya gel bike.
Barzanî der barê hevdîtina ku bi Şakir re kir de jî got: "Di dîroka me de cihê partiya Kominîst a Kurdistanê pir girîng e. Keda wan di rewşa ku îro herêma me tê de ye pir e. Her dem piştgiriya ku lazim bû dan hikûmetê. Em dixwazin ku Partiya Kominîst a Kurdistanê di kabîneya 8emîn de cihê xwe bigre û tiştê ku ji destê wan tê jî bike."
Li ser pirsa rojnamevanekî Barzanî destnîşan kir ku Partiya Kominîst a Kurdistanê ji bo beşdarî hikûmetê bibe tu şert û merc nedaye pêş û wiha dewam kir: "Em wek hikûmet hin sînorên me yên girîng hene. Li Kurdistanê ji bo dewamkirina vê rewşa hizûr û aramiyê divê partiyên siyasî bi hev du bişêwirin. Lazim e ku em dest bidin hev û ji bo pêşeroja Kurdistanê bixebitin."
Serokwezîr Barzanî bi bîr xist PDK ji ber ku di hilbijartinê de bûye partiya yekemîn Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKIF) Mesûd Barzanî ji bo damezrandina kabîneya 8emîn gazî wî kiriye û Nêçîrvan Barzanî wiha got: "Birêz Barzanî ji bo damezrandinê ez wezîfedar kirim lê bizanibin deriyê wî ji hemû partiyan re vekiriye. Serokên hemû partiyan dikarin herin û pê re hevdîtinê bikin. Yanî ji ber ku bi tenê gazî min kiriye bila rexneyan nekin."
Li HKIFyê asta yekemîn a hevdîtinên ji bo damezrandina hikûmetê piştî ku bi dawî bû dê asta duyemîn dest pê bike. Barzanî ji bo van pêvajoyan got: "Piştî ku hevdîtin qediyan em ê bicivin û fikr û ramanên xwe bi hev du re parve bikin. Di merheleya duyemîn de jî em ê kom bibin û diyar bikin ka kîjan wezaretê bidine kîjan partiyê."
Serokê Partiya Kominîst a Kurdistanê Kemal Şakir jî destnîşan kir xebatên damezrandina hikûmetê ji ber ku di bin bandora partiyan de nayê kirin baş dibînin û axaftina xwe wiha domand: "Di hikûmetê de cihgirtin ji bo xizmeta gel firsendeke mezin e. Em bi Barzanî re ji bo damezrandina hikûmeta nû hatin bal hev. Tu şertekî me yê ji bo ku em beşdarî hikûmetê bibin tuneye."
Di hikûmeta berê de Wezaretiya Çandê di destê Partiya Kominîst a Kurdistanê de bû. Di hilbijartina 21ê îlonê de tenê parlementerekî wan hat hilbijartin.
Barzanî dê hevdîtinên xwe bidomîne
Nêçîrvan Barzanî bi Partiya Sosyal Demokratan, Araste, Azadiyê re jî dê bê bal hev. Ev her sê partî jî di parlementoyê de xwediyê kursiyekî ne. Kêmneteweyên ku ji ber kotayê di parlementoyê de xwediyê 11 kursiyan in jî dê bi Barzanî re hevdîtinê bikin.
Ji aliyê din de hat ragihandin ku Mesûd Barzanî dê gazî hemû serokên partiya bike û bi wan re xeberde.
Li parlementoya Kurdistanê ji bo ku hikûmet bê damezrandin ji 111 parlementeran herî kêm piştgiriya 56 parlementeran lazim e.