30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî diyar kir ku li Hewlêr û Dihokê alozî tê xwestin û ji ber vê jî ji herkesî xwest ku "li gor pergal û qanûnê" tevbigerin.
Ofîsa çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ku Îbadî tê da gotiye: "Em ji nêz va li rûdanên li Herêma Kirdistana Iraqê pêk tên, dişopînin. Kesên li Dihok û Hewlêrê êrişî ser avahiyên partiyan û rojnamegeran dikin ji bo hilweşandina pergalê hewl didin û kaoso derdixin. Ev yek jî zirarê dide welatiyên me yên li wê herêmê ne."
Îbadî di daxuyaniya xwe da ji welatiyan xwest ku li gor qanûn, rê û rêzikan tevbigerin û wiha domand: "Ji ber nelihevkirinên siyasî demên berê xwişk û birayên me yên misilman gelek ji vê yekê zirar dîtibûn."
Îbadî destnîşan kir ku rêveberiya navendî li her derê girîngiyê dide ewlehî û parastina berjewendiyên welatiyan
Duh li Zaxoya navçeya Dihokê avahiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê hatibûn şewitandin û komekê jî girtibû ser Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê.