Önder Beyter,Abdullah Tel
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
XUTAYA ROJHILAT/ANKARA
Li Şama paytextê Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat ku di bin dorpêça rejima Beşşar Esed da ye, bijîjkan destê xwe ji Rehaf Hewaya 8 salî yê ku ji ber nebûna xida û derman berjêrî 10 kîloyan bû, şûşt. Zaroka ku li ber mirinê ye, ji aliyekî va jî birçî ye û ev yek kerb û bêçaretiya dayîk Um Betulê zêdetir dike.
Li herêma Xûtaya Rojhilat a ku 5 sal in di bin abloqeya rejima Esed û alîgirên wê da ye, nêzîkî 400 hezar sivîl di nava şert û mercên dijwar da birçî û perîşan dijîn.
Ji ber ku ev 7 meh in rejimê abloqeya li ser herêmê bêtir qewî kiriye, xida û dermanên ku bi qaçaxî derbasî nava herêmê dibûn, êdî nema derbas dibin.
Li gorî daneyên meclisên herêmî yên sivîl li Xûtaya Rojhilat bêtirî hezarî zarok ji ber nebûna xida û derman li ber mirinê ne.
Ji van zarokan jê yek jî Rahafa 8 salî ye ku li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilat dijî.
Dayîka wê Um Betulê ji peyamnerê AAyê ra xeber da û diyar kir ku Rehaf 4 sal berê di êrişa rejimê da ji kavilê mala wan a ku tê da dapîr, xaltîk û etêya wê mirin, sax hat derxistin.
Bavê Rehafê jî di heman malê da dema ku alîkariya mirovî derbasî Xûtayê dikir, bi guleyên rejimê hat kuştin.
Rehafê ligel dayîk û xwişka xwe dimîne û herwiha tirs, ricaf û vereşîna wê dewam dike.
Rehafê du sal berê mehkûmê nava nivînan bû û ji wê rojê vir va hê jî ranebûye ser piyan. Ji ber ku derfet tune tehlîlên xwînê bide û MRê bikişîne, nayê zanîn ka nexweşiya ku ew duçar bûye, çi ye.
Rehafê ji ber nebûna xida û derman 25 kîlo heliya û berjêrî 10 kîloyan bû.
Nexweşiyê Rehafê mehkûmî nav cih û nivînan kir, tena hestî û çerm maye û nexweşî wê bêhal dike û aniye ber mirinê. Dema êşa Rehafê pê digire rehên wê dikişin û heke derman nexwe ji ber êş û elemê dibe qîrîn û hewara wê. Zaroka nexweş bi zorê bêhnê dide û distîne dayik jî ji tirsan newêre ji ber serî veqete.
Dayika Rehafê Um Betulê der barê rewşa qîza xwe da got: "Qîza min a ewil di dema destpêka dorpêçkirinê da ji nav lepên min çû. Dema dorpêçî zêde bû ez çûm cem doxtoran lê yekî ji rewşa me fehm bike tunebû. Ewilî fehm nekirin ku çi ye. Paşê tiştên ku li Xûtayê tunene ji min xwestin tiştên wek tehlîl, MR. Paşê qîza min nikaribû bimeşe û dema radibû li erdê diket."
Di êrişa bi roket a rejimê ya 4 sal berê da dayîka reben qîza xwe ya ewil, diya xwe û xwişka xwe winda kiriye û ji ber dorpêçî, tunebûna derman, xwarin xurekê perîşan in lewra sebiya wê jî li ber çavên wê di nav destê wê da dihele.
Um Betulê diyar kir ku doxtoran hêviya xwe ji qîza wê birî û wiha pê da çû:
"Doxtor dibêjin dia bike û ez zanim ku sebiya min li ber mirinê ye. Ji qîza min ra dermanên antîkonvulzanê lazim in. Devê wê kef dide. Dema êşa wê pê digire bi zorê heft belayî gazî min dike deng jê dernakeve. Mixabin ez nikarim tu tiştekî bikim. Ez li cem im û nikarim tu tiştekî bikim. Dermanên antîkonvulzanê lazim in. Ji ber dorpêçiyê em pir êşê dikişînin. Qîza min a ewil carekê da mir lê Rehaf her roj di nav destê min da dimire."