Li Hewlêr, Silêmanî û Dihoka bajarên Iraqê piştî wextan baran barî
Arbil
Li Iraqê ku ev demek bû lê hişkayî dewam dikir, piştî mehan li bajarê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê baran barî.
Li Hewlêrê bi barîna baranê ra niştecih kêfxweş bûn. Li Hewlêrê ev demek bû ji ber toz û xubarê hewa qirêj bûbû, bi baranê re hewa paqijtir bû.
Ji aliyê din ve li navçeya Dihok û Zaxoyê jî barana ku duh dest pê kiribû îro jî dewam kir. Li hin deveran lehî rabû.
Li gor daxuyaniya ku Ofîsa Parastina Sivîl a Dihokê belav kir, li hin taxan avê da ser xanî û kargehan.
Li navenda Dihokê jî ji ber barana gur li ser kolanan av golî bû, ajokaran tengasî kişand.
Li gor daxuyaniya Daîreya Meteorolojiyê ya Dihokê baran zêdetir li Amediyê barî.
Li bajarê Silêmaniyê roja înê milet bo baran bibare dia kiribûn, li herêmê duh baranê dest pê kiribû û niştecihên herêmê kêfxweş in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
