Li Japonyayê Çiyayê Agirîn Sakurajima teqiya
Ankara
ANKARA (AA) - Hat ragihandin li başûrê Japonyayê, Çiyayê Agirîn Sakurajima yê li nîvgirava li Tengava Kagoşîmayê teqiya.
Li gorî nûçeya ajansa Kyodoyê, Ajansa Meteorolojiya Japonyayê eşkere kir ku ji ber teqîna Çiyayê Agirîn Sakurajima ya bi dema herêmî di saet 00.57an da, xwelî û bûsî heta 4 hezar û 400 metreyî quloz bûn.
Hat diyarkirin ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat û zirar negihîşt avahiyên li dewrûberê.
Her wiha hat diyarkirin ku piştî teqînê fealiyetên di çiyayê agirîn da dewam dikin û lewma eyaletên derdorê biwarê dû, xwelî û bûsiyên mumkin e belav bibin, hatin hişyarkirin.
Sakurajima wekî çiyayê agirîn ê herî aktîf ê Japonyayê tê zanîn û ji Sibata 2016an û vir va destûr nayê dayîn ku tu kes ji 2 kîlometreyan zêdetir nêzîkî kraterê bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
