Berpirsiyarê medyayê yê Helebê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî yê Sûriyeyê (LCC) Yasîr Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji 22yê sibatê vir ve daneyên bobeyên warîlê yên ku li Helebê hatine avêtin berhev kirine.
Ehmed diyar kir ku 2 hezar û 500 bombe hatine avêtin û wiha got: "Di van êrîşan de 519 jê wan jin, ji 240î zêdetir zarok bi tevahî hezar û 849 kes mirin."
- "Rejima Esed sûcê mirovahiyê dike"
Ehmed destnîşan kir artêş ji salekê zêdetir e Helebê û dorberê Helebê bombe dike û got rejima Esed sûcê mirovahiyê dike.
Ehmed diyar kir artêş ne tenê li Helebê li hemû ciyên di destê muxalifan de ne bombeyên warîlê dibarîne.