Ekîbên sivîl bi kepçe û dozeran ve li gelek taxên Helebê enqaza xaniyan paqij dikin û cesedan ji bin xweliyê derdixin.
Bi qasî mehekê ye bombeyên warîlan herî zêde diavêjin herêma Muyessera ku li tanga balafirgeha leşkiriyê ya Neyribê ye. Wê rojê di êrîşan de avahiyeke 4 qatî hilweşiya û tê de 15 kesên ku di nav wan de jin û zar jî hene mirin.
Ekîbên parastina sivîlan dixebitin ku cesedên di bin xaniyên ku hilweşiyane de mane derxin.