Nûnerên daîmî yên 15 welatan beşdarî hevdîtinan bûn û hevdîtin bêyî çapemeniyê hat kirin. Hat ragihandin ku di civînê de li ser pêşnûmayê hat axaftin.
Nûnerên Daîmî yê NYê yê Fransayê Gerard Araud, piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku hevdîtin dê çiqas dewam bike nayê zanîn. Araud diyar kir ku ji bo alîkariya mirovahiyê ji zû ve ye ku ji bo Sûriyeyê gav nehatine avêtin.
Araud wiha axivî: "Di pêşnûmayê de tê gotin ku bila dorpeçkirina bajaran bê rakirin, rejim bila dev ji êrîşên hewayê berde, bila leşker û çekên wan ji dibistan û nexweşxaneyan bên derxistin, destûr bê dayîn ku alîkariyên mirovahî bên kirin. Ev pêşnûmayeke pir sade û hevseng e, polîtîk nîne, divê îtiraz neyên kirin."