Wezareta Parastina Cezayîrê li ser malpera xwe ya fermî der barê qezaya balafirê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di qezaya balafirê de 77 kes mirin, kesek jî birîndar bû. Kesê birîndar li Konstantînê rakirin nexweşxaneya leşkerî."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di balafira ku ket de 74 rêwî û 4 personel hebûn. Li gor texmînan sedema ketina balafirê rewşa hewayê ye.