SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo bikaribin mehaneya karmendan bidin, karsazan budçeyeke bi 100 milyar dînarî amade kir.
Midûrê Şaxa Bankeya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Ebdurrehman Mistefa civîna çapemeniyê li dar xist. Mistefa di daxuyaniyê de da zanîn ku ji ber ku ev 2 meh in mehaneya karmend û pêşmergeyan nayê dayîn, 50 karker ketin dewreyê. Mistefa got: "Bi 100 milyar dînarê ku bê faîz û bi deyn razandin bankeyê, dê mehaneya karmend û pêşmergeyan bê dayin."