E.O
2016 ж. 27 шілде•Rojanekirin: 2016 ж. 27 шілде
HELEB
Hat ragihandin ku balafira şer a artêşa ûris li Sahûra taxa bajarê Helebê êrîşa asîmanî bir ser bazargehekê, di encama êrîşê de 10 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin jetekî ûrisan li Helebê êrîşa asîmanî bir ser bazargehekê li taxa Sahûrê ya ku di bin kontrola dijeberê da ye. Di encama êrîşê de 10 sivîl hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kir ku li cihê bûyerê xisareke mezin çêbû û dan zanîn ku kesên ku di êrîşa ûris de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên sehrayê yên li taxê.
Balafirên rejimê û yên ûris duh jî li Heleb û derdora wê êrîşa asîmanî biribûn ser herêmên di bin kontrola mixalifan de û di êrîşan de 23 kes miribûn.