09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Hat ragihandin ku li Heleba bajarê Sûriyeyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî ciyê bazara li bajaroka Hireytanê kirin, di êrîşê da 20 mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîlan ên Hireytanê sitandin, di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da li navçeyê 20 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Rayedaran destnîşan kir ku êrîş li bazara ku gel lê hewcedariyên xwe dibîne hat kirin, di êrîşê da gelek dikan, xanî û wesayît şewitîn, bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê û yên parastina sivîlan şewat hat temirandin.
Wek mayîn rayedarên nexweşxaneya sehrayê ya herêmê jî diyar kirin ku 10 birîndarên ku rewşa wan xirab bû şandin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê û li nexweşxaneya bajaroka hewcedarî bi xun û melzemeyên tibê heye.