Sevim Hatun
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
PARÎS
Li sê herêmên cuda yên Fransayê li dijî terorê operasyon hat lidarxistin, di encamê de bi sedema amadekariya êrîşa terorê 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya ku televîzyona BFMyê li gorî çavkaniyên edlî weşand, temenê 5 gumanbarên li bajarê Roûenê û bajaroka Roanne û Villeneuve d'Ascqê hatin binçavkirin di nav 16 û 25an de diguhere.
Di operasyonê de 2 tifingên lûledirêj û du demançe hatin desteserkirin.
Hat îfadekirin ku 5 kesên hatin binçavkirin bo êrîşa terorî amadehî dikirin.
Li Parîsê di 13ê Mijdara 2015an de DEAŞa rêxistina terorî êrîşek lidarxistibû û encamê de zêdetirê 130î kes hatibûn kuştin û li welêt OHAL hatibû îlankirin.