Hamdi Yıldız
09 Îlon 2023•Rojanekirin: 10 Îlon 2023
Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihand, di erdheja ku bi mezinahiya 7an li Marakeşê çêbû da hejmara miriyan derket 1037an.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku di erdheja li herêma El-Huzê ya Marakeşê çêbû da hejmara miriyan derket 1037an û hejmara birîndaran jî derket 721ê
Her wisa hat destnîşankirin, xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û hemû derfet hatin seferberkirin da ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmên erdhejê.
Medyaya Fasê ragihandibû, erdhej duh bi dema herêmî di saet 23.10an da çêbû û di serî da paytext Rabat bajarên Kazablanka, Meknes, Axadîr û Fesê jî hejiyan.