Kaan Bozdoğan
09 Îlon 2023•Rojanekirin: 10 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdoganê li Delhiya Nû ya paytextê Hindistanê ku ji bo Zîrweya 18em a Serokên G20ê lê ye, bi Serokê Dewletê yê Koreya Başûr Yoon Suk-Yeol ra hat cem hev.
Serokomar Erdogan di çarçoveya zîrweya li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Bharat Mandapamê da digel hemtayê xwe yê ji Koreya Başûr Yoon civiya.
Di hevdîtinê da peywendiyên dualî yên Tirkiye û Koreya Başûr, xurtkirina hevkariyan û her wiha mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî pêk hat da Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Midûrê Karûbarên Serokomariyê Hasan Dogan, Serşêwirmendê Serokomar Balyoz Akif Çagatay Kiliç jî amade bûn.