Hilmi Tunahan Karakaya
16 Tebax 2021•Rojanekirin: 17 Tebax 2021
Li bakurê Erzirom, Erdexan û Qersê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Ji nîvro pê va li bakurê Erziromê, Erdexan û Qersê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla bakur bayekî nerm û dem demî jî wê nîveqewî bê.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 36, li Îdirê 34, li Agiriyê 30, li Erzincanê 29, li Erzirom û Qersê 26 û li Erdexanê jî 23 pile tê payîn.