Sinan Doğan
16 Tebax 2021•Rojanekirin: 16 Tebax 2021
Hejmara kesên di erdheja bi mezinahiya 7,2 ya li peravên Haîtiyê da mirin derket 1297an, hejmara birîndaran jî ji 5 hezar û 700î derbas bû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand, piştî erdheja bi mezinahiya 7,2yan, gelek lerzên dûmahîkê çêbûn.
Ajansa Parastina Sivîlan a Haîtiyê eşkere kir, hejmara kesên ku di erdhejê da mirin derket 1297an, ya birîndaran jî ji 5 hezar û 700î derbas bû.
Welatê ku kavil û wêran bû, bangewaziya alîkariya navneteweyî kir.
- Erdheja Haîtiyê
Li dinyayê di sedsala derbasbûyî da yek ji erdhejên ku bûn sedema mirina herî zêde însanî, 12ê Rêbendana 2010an li Haîtiyê çêbû.
Di erdheja bi mezinahiya 7an a li başûrê welêt, li gorî amarên fermî 316 hezar kes mirin, 300 hezar kes jî birîndar bûn û her wiha 1,3 milyon kes jî bê mal û star man.