Di erdheja ku li Tîbeta herêma Çînê çêbû da 95 kes mirin

Ankara
Di erdheja ku mezinahiya wê 6,8 e û li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê pêk hat da, 95 kes mirin û 130 kes birîndar bûn.
Navenda Şaxên Erdhejê ya Çînê (CENC) eşkere kir, navenda erdheja ku mezinahiya wê 6,8 e, navçeya Tîngrîyê ya eyaleta Shîgatseyê ya Herêma Xweser a Tîbetê ye.
Erdhej li gorî saeta herêmî di saet 09.05an da 10 kîlomêtro di bin erdê de çêbû.
Li gorî nûçeya Tora Têlevîzyona Kurewî ya Çînê (CGTN), di erdhejê da 95 kes mirin û 130 kes birîndar bûn.
Di erdhejê da ji 1000î zêdetir avahiyan xisar dîtin.
Îdareya Erdhejê ya Çînê di çarçoveya xebatên alîkariyê yên afatê da piştî erdhejê ekîbek şand herêmê.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê wek 7,1 ragihand.
Li gorî nûçeya Xinhuayê, Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping telîmat da ku xebatên xelaskirinê yên topyekûn werin kirin da ku zêdetir kes nemirin.