Kenan Irtak
16 Tebax 2021•Rojanekirin: 16 Tebax 2021
Rêhewaya Tirk (THY) seferên bi tarîfe yên ku diçin Efxanistanê û tên, betal kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, THYyê li ser geşedanên li Efxanistanê seferên ku diçin vî welatî, dan sekinandin.
Ji aliyê din va ji bo texliyekirina welatiyên ku dixwazin ji Efxanistanê derên, balafireke THYyê hat şandin û tê payîn ku balafir bi 324 rêwiyan va dora saet 14.20î bigihêje Balafirgeha Stenbolê.