Kenan Irtak
05 Adar 2025•Rojanekirin: 06 Adar 2025
Rêhewayên Tirk (THY) di kapasîteya rêwiyên navneteweyî û pişka bazara kargoyê da li dinyayê bû sêyemîn.
Midûrê Giştî yê THYyê Bilal Ekşi di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da daneyên Yekîtiya Veguhestina Asîmanî ya Navneteweyî (IATA) parve kirin û diyar kir ku Tirkiye mezin bûye.
Ekşi wiha got, "THY bilind difire. Li dinyayê sêyemîn, ne tiştekî hindik e. THY di kapasîteya rêwiyên navneteweyî û pişka bazara kargoyê da li dinyayê bû sêyemîn. Di 2012an da di rêwiyan da em 13em, di kargoyê da 26em bûn, niha em derketin rêza 3yem. Li ser navê welatê xwe em serbilind in."
Li gorî daneyên IATAyê, di 2024an da bi pişka bazara rêwiyên navneteweyî ya ji sedî 3,4an va di nava "rêhewayên networkê" da li dinyayê bû sêyem, li Ewropayê jî bû yekem.
Turkish Cargoya îştiraqa THYê jî bi pişa bazarê ya ji sedî 5,7an va li dinyayê derket rêza sêyem.