Lîstikvanê Golfê yê herî serkeftî yê dinyayê Tiger Woods û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk pêşiya turnûvaya "Turkîsh Aîrlînes Open 2013"yê ku bi sponsortiya Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) tê lidarxistin, li Otela The Montgomerie Maxx Royal a navçeya Serîkê, civîna çapemeniyê li darxistin.
Woods di civînê de diyar kir ku lêdana li Îstanbûlê gelek girîng e. Heta niha li balafirgeh û rêbejê lêdan kiriye lê cara yekemîn e ku li ser pireyekê lêdanê dike.
Woods got ku ev xebatek bi rîsk bû û wiha pê de çû: "Ba hinekî ji hêla çepê ve dihat li hêla rastê jî gelek wesaît hebûn. Ger top bi hêla rastê biçûna dibe ku qirîzeke navneteweyî derketa. Ji ber wê morala meriva xera dibe. Ez di hemû topan de ketim kelecanê. Top nêzî 550 metreyî çû, serkefî bû, ne ewqas xerab bû.
Woods di çarçoveya tûrnûvayê de li sehayê lekolîn kir. Woods dê 4 rojan li tesîsan tekoşînê bide.
Tirkiye di dawiya îsal de li bendî 38 milyon ziyaretvanan in
Wezîr Çelîk di civîna çapemaniyê de diyar kir ku çalakiyeke gelekî girîng li Tirkiyeyê li dar dixin. Çelîk destnîşan kir ku keda gelek kesî di vê organîzasyonê de heye û golfvanên navdar yê dinyayê li Belekê anîne bal hev.
Wezîr Çelîk bilêv kir ku di 10 salên dawîn de li Tirkiyeyê di qadên aborî, civakî û çandî de geşedanên gelekî girîng çêbûn. Çelîk wiha dewam kir: "Aboriya Tirkiyeyê gihaşt 800 milyar dolarî. Aboriya Tirkiyê niha di aboriya dinyayê de bû 17mîn, li Ewropayê de jî ket rêza 6emîn. Di sala 2012an de Tirkiyeyê bi 35,7 milyon ziyaretvanan, di bazara tûrîzmê ya dinyayê de ket rêza 6emîn. Li ser vê yekê çalakî û tûrnûvayên cûda li Tirkiyeyê tên lidarxistin. Di sala 2013an de di nava 9 mehan de ji sedî 10 zêdebûn hat bidestxistin. Ev 3 qatê nîvendiya dinyayê ye. Em di dawiya îsal de li bendî 38 milyon zîyaretvanan in. Tirkiye li dinyayê bi siruşt, dîrok û çanda xwe ya dewlemend û bi xizmeta bi qelîte ji bo turizmê navendeke girîng e.
Tûrnûvaya ku xelata wê 7 milyar dolar e di serî de lîstikvanê golfê yê navdar ê dinyayê Tiger Woods bi tevahî 78 profesyonel, di 7-10ê meha mijdarê de li tesîsên The Montgomerie Maxx Royal Otelê, dê têbikoşin.